Li navenda Sîdekanê jî xelk bi dengê teqînan hesiyaye.
Peyamnêrê me yê li Sîdekanê ragihand ku, duhê bişev seat 11 û 45 deqîqeya şev balefirên cengî yên Tirkiyeyê bi dijwarî hin dever û navçeyên ser bi Sîdekanê ve bordiman kirine.
Peyamnêr me eşkere kiriye ku, navenda bordimanê zozanên Sinînê û geliya Singan bûye û balefir jî gelek bi nizmî li ser esmanê Sîdekanê zivirîne.
Li gor gotinên Peyamnêrê me dengê teqînan ewqas bihêz bûye ku, xelkê di nava navenda Sîdekanê de jî bi dengê teqînan hesiyaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin