Dibêje eger wisa be em jî çekên etomî çê dikin.
Padişahê Siûdî di hevpeyvîneke xwe de ya li gel kanala Foxnews ragihandiye ku, nabe Îran bibe xwedan çekên etomî û lazime cîhan pêşiya Îranê bigire.
Padişahê Siûdî eşkere kiriye ku, eger Îran bibe xwedan çekên etomî vê demê Siûdiye jî bo berevanî kirin ji xwe neçare çekên etomî çê bike.
Nav hatî eşkere kiriye ku, eger her welatek bi çekên etomî şer bike vê demê cîhan tevahî dikeve nava vê şerê han û ev yek jî metirsiyeke mezine bo ser ewlekariya cîhanê lewre lazime cîhan baldar be û rê nede Îran bibe xwedan çekên etomî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin