Li Rojhilatê Siûdiyeyê di operasiyonekê de hatine girtin.
Polîsê Siûdî belav kir ku, hêzên wan di operasiyonekê de li gel hêzên Îmaratî karîne dest bi ser mezintirîn karwana qaçax ya madeyên hişber de bigirin.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, hêzên Siûdî li Rojhilatê vê welatî operasiyon kirine û karîne dest bi ser 7 miliyon û 920 hezar hebên hişber yên ji cureya Amphetamines de bigirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku, xwedanê vê karwana han ya qaçax 6 kes bûne ku, du ji wan welatiyên Siûdî û 4 ji wan jî Sûrî bûne û li Riyazê hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin