Amerîka: Lazime rêz ji serweriya welatan were girtin

dibêje ev êrîş zirarê dide aramiya deverê.
کوردستان TV
100%

Êrîşa ser balefirxaneya Erbetê şermezar dike.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îraqê derbarê êrîşa ser balefirxaneya Erbetê de daxuyaniyek belav kiriye.

Di destpêka daxuyaniyê de balyozxaneya Amerîkayê hevxemiya xwe bo malbet û kesûkarên qurbaniyan diyar kiriye û êrîşa han bi tundî mehkûm kiriye.

Balyozxaneya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, Amerîka bi tundî ev êrîş û êrîşên din yên bi vê rengî mehkûm û şermezar dike û tekez li ser piştîvaniya xwe bo serweriya axa Îraqê dike.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.