Dibêje bila Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyeyê vekêşe.
Wezîrê derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan ragihandiye ku, Îran di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de bo normal kirina têkiliyan rola navbeyinkariyê dilîze û piştî civîn û hevdîtinên li gel rayedarên Şamê, Îran derbarê normal kirina têkiliyan de pêşniyarek daye Tirkiyeyê lê hîn jî Tirkiye bersifa vê pêşniyar nedaye.
Emîr Ebdulahiyan diyar kiriye ku, me daxwaza vekêşîna hêzên Tirkî ji Sûriyeyê kiriye û li hember de jî lazime Sûriye hêzên xwe bişîne ser sînorên xwe yên li gel Tirkiyeyê û gefên ewlekariyê yên li ser ewlekariya Tirkiyeyê nehêle.
Nav hatî diyar kiriye ku, Îran û Rûsye bihevre garantoriya vê proseyê dikin û Sûriye jî bi vê yekê raziye.
Weke tê zanîn beriya niha Erdogan daxwaza normal kirinê kiribû lê Sûriye gotibû heta Tirkiye hêzên xwe nevekêşe, Serokê Sûriyeyê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê nacive jiber ku, normal kirina têkiliyan bêyî vekêşîna hêzên Tirkî tê wateya reva kirina dagîr kirina axa Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin