Wezareta derve ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir.
Wezareta derve ya Amerîkayê duhê înê daxuyaniyek derbarê serdana şanda herêma Kurdistanê ya bo Bexdayê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, Amerîka piştîvaniya çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî de dike û hana her du aliyan dide daku, berdewam bin li ser hewl û danûstandinên xwe yên bo çareser kirina kêşeyan.
Amerîka herwiha eşkere kiriye ku, piştîvaniya diyalog û danûstandinên navbera Bexda û Hewlêrê dike.
Weke tê zanîn roja pêncşemê şandeke Kurdistanî bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kiribû û li gel her sê Serokatiyên Îraqê û serkirdeyên tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê civiya bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin