Hijmara qurbaniyên lehiya Lîbyayê gelek zêde bû

rojane cenaze li peravên Lîbyayê de têne dîtin.
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji 7 hezar kes canê xwe ji dest dane.

Li gor çapemeniya Lîbyayê hijmara ew welatiyên ku, jiber lehiya mezin ya li Bakûrê Rojhilatê Lîbyayê çê bûye gehêştiye zêdetir ji 7 hezar kesan.

Rayedarên Lîbyayê diyar kirine ku, fikar hene ku, hijmara qurbaniyan bigehêje nêzî 10 hezar kesan jiber ku, heta niha gelek kes wendane.

Ji aliyeke din ve çapemeniya Lîbyayê diyar kiriye ku, her roj gelek cenaze li peravên Lîbyayê têne dîtin.

Herwiha hate zanîn ku, zêdetir ji 30 hezar kes li Bajarê Dirne yaku, navenda lehiyê bûye, aware bûne.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.