Îran: Şer li deverê de çê nabe

dibêje guhertina sînoran qebûl nakin.
کوردستان TV
100%

Wezîrê berevanî yê Îranê dibêje rewşa deverê arame.

Li gor çapemeniya Îranê, wezîrê berevanî yê vê welatî Mihemed Reza Aştiyanî di kongreyeke çapemeniyê de ji medyaya welatê xwe re qala rewşa devera Qefqasiyayê kiriye.

Mihemed Reza Aştiyanî eşkere kiriye ku, rewşa Qefqasiyayê ne ewqas aloze ku, çapemenî behsa vê dike, rewş arame û em di vê baweriyê dene ku, ti şerek li vê deverê çê nabe.

Nav hatî tekez li ser vê yekê jî kiriye ku, Îran bi ti awayî ti guhertinek di sînorên deverê de qebûl nake.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.