Civîna Serokê herêmê û wezîrê derve yê Nemsayê bi dawî hat

Nemsa berdewam dibe li ser piştîvaniya Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Nemsayê hate kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel wezîrê derve yê Nemsayê Alexander Schallenberg civiya.

Di civînê de ku, Cîgirên Serokê herêmê, berpirsê fermangeha têkiliyên derve û nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Nemsayê jî têde beşdar bûn, têkiliyên Nemsayê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, koça derqanûnî bo Ewrûpa û pêşhatên dawî yên deverê bi giştî hatin nirxandin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera Kurdistan û Nemsayê de kir û stayîşa piştgîriyên Nemsayê ji herêma Kurdistanê û berdewamiya firînên raste rast yên Viyena û Hewlêrê kir û destxweşî û pîrozbayî li wezîrê derve yê Nemsayê kir bo dubare vekirina balyozxaneya welatê xwe li Bexdayê û daxwaz jî kir ku, Nemsa nuneratiyek jî li herêma Kurdistanê veke û amadebûna herêma Kurdistanê jî bo pêşde birina têkiliyan li gel Nemsayê diyar kir.

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Nemsayê jî ev yek diyar kir ku, welatê wî girîngî bi têkiliyên xwe yên li gel Kurdistan û Îraqê dide û hewl bo vê yekê dide daku, nuneratiya Nemsayê li Hewlêrê veke.

Wezîrê derve yê Nemsayê tekez li ser xwesteka kerta taybet ya welatê xwe bo hêlbirînê li herêma Kurdistanê de kir û di vê derbarê de her du alî li ser girîngiya aramiya siyasî û ewlekarî bo rakêşana sermeyeya derve û pêşkeftina abûrî hemfikir bûn.

Derbarê koça derqanûnî de jî her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, bo rûbirû bûna koça derqanûnî lazime hemahengiyeke pir alî di navbera Ewrûpa û welatên deverê de hebe.

Derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Serokê herêma Kurdistanê diyar kir ku, dibe kêşeyên heyî li ser esasê destûrê werin çareserkirin û pirgala federalî bi temamî were bicîhkirin û bo vê yekê jî lazime danûstaneke avaker li ser esasê jihev fêmkirina hevbeş bo çareser kirina kêşeyan were meşandin.

Serokê herêmê herwiha tekez li ser têkiliyên baş li gel welatên cîran û parastina berejwendiyên hevbeş kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.