Prosesa perwerdehiyê li Kurdistanê destpê kir

dibêje emê sedema vê rewşa han ji aliyên siyasî yên Îraqê bipirsên.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr zingila destpêkirinê lêda.

Îro çarşem 13ê Îlonê prosesa perwerdehî û xwendinê li Kurdistanê de destpê kir û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi merasîmeke fermî zingila destpêkirinê lêda.

Serokwezîrê Kurdistanê her bi vê minasebetê gotarek jî pêşkêş kir û ragihand ku, bêhin firehiya me ne bi wateya lawaziya herêma Kurdistanê ye, belku, jiber xwemxoriya me ye daku, rê nedin kêşe û arîşeyê heyî ber bi arasteyeke din ve biçin.

Serokwezîr eşkere kir ku, dixwazin bi awayeke aştiyane kêşeyan çareser bikin û tevahiya maf û şayîsteyên darayî yên xelkê Kurdistanê dabîn bikin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku, dixwazin li Bexdayê serdana aliyên siyasî bikin daku, bipirsin ka gelo çima bersifa başiya xelkê Kurdistanê bi vê awayî didin? Em dixwazin bizanin çima li hember gelê Kurdistanê siyaseta birçî kirinê cîhbicîh dikin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.