Serokwezîr peyameke sersaxî da malbeta Beytocan.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber koça dawî ya hunermendê navdar yê Kurd Beytocan peyameke sersaxî da malbeta wî ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Mixabin nûçeya koça dawî ya hunermendê navdar yê Kurd Beytocan gehêşe me, ev nûçeya han me gelek xembar kir û ji destdana wî hunermendê wendahiyeke mezine bo gelê Kurd. Sersaxî didim kesûkar, malbeta wî û gelê Kurdistanê.
Xwedê jê razî Hunermendekî nîştimanperwer, jêhatî û bi ezmûn bû û xizmeteke gelek zêde pêşkêşî mûzîk û stiranên resen yên Kurdî kiriye. Sersaxî didim malbet û kesûkarên xwedê jê razî, hevparê xema wanim û daxwaz ji xwedê dikim rihê rehmetî şad bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin