Îro li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski û şandekî pê re kir.
Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya navçeyê û Iraqê û asteng û giriftên li ber peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqa Federal û piştbestina bi diyaloga bi navê çareserkirina kêşeyan de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her di vê hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê piştevaniya welatê xwe ji bo Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi mebesta berdewambûna wan ya li guftûgo û danustandin û gihîştina bi çareseriyeke guncaw bi taybetî li babeta budce û kêşeyên helawestiyên din. Her wiha Balyozê Amerîka dilgiraniya xwe ya li ser girjî û rûdanên Kerkûkê û qurbanîbûna welatiyan derbirî.
Her di derbarê vê babetê de Serok Barzanî piştevaniya xwe bi birêz Sudanî dûpatkir û ragihand ku guftugoyên ji bo gihîştina bi çareserkirina kêşeyan berdewam dibê û her wiha tekez jî li wê yekê kir ku çaverêya ewene ku hengavên pêwîst bê avêtin ji bo rastkirina rewş û parastina aramiya Kerkûkê û li ber girtina rêkarên yasayî li beranber wan kesan ku bûne sedema anîna alozî û rijandina xwîna welatiyên Kerkûkê.
Rewşa siyasiya navxweya Herêmê û peywendiyên di navbera PDK û YNK û pêwîstiya hevdengiya navxweyî ya Herêmê û çareserbûna kêşeyan mijarên dinê vê civînê bûn û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku li piştevanîkirina ji bo çareserbûna giriftên navxweyiyên Herêmê kêmasiyê nake û bi pêwîst zanî rêya diyalog û nermiya ji bo çareseriya giriftên di navbera her du aliyan li ber bigrin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin