Siûdiye têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike

Siûdiye hêlbirîna xwe li Kurdistanê zêdetir dike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel şandeke Siûdî civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Siûdî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke Erebistana Siûdî bi Serokatiya Şêwirmendê wezîrê hêlbirînê yê Siûdiyeyê birêz Sed Elşehranî kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Siûdiyeyê di warê pêşde birina hêlbirîna Siûdî li Îraq û herêma Kurdistanê de kir.

Rixmî balkêşandine ser têkiliyên dostane û dîrokî yên di navbera herêma Kurdistan û Siûdiyeyê de, me bi awayeke kurt behsa reformên kabîneya 9an yên di warê pir cure kirina abûrî û kar asanî kirin bo Hêlbirênerên navxweyî û dereve kir.

Şêwirmendê wezîrê hêlbirînê yê Siûdî xwesteka welatê xwe ya bo bihêztir kirina têkiliyên du alî di warên curbicur de diyar kir bi taybetî di warê torîzm, çandinî û hêlbirînê de.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.