Serokê herêma Kurdistanê ligel balyozê Îranê civiya

behsa têkiliyên navbera her du aliyan de hate kirin.
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 11.09.2023 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Mihemed Kazim El Sadiq û şandeya pê ra kir.

Di civînê da pêşxistina peywendiyên Îranê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rêkeftina emnî ya di navbera Iraq û Îranê da, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û guftûgoyên ji bona çareserkirina wan pirsgirêkan, gotûbêjkirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser girîngiya peywendiyên digel Komara Îslamî ya Îranê wekî cîraneka girîng ya Herêma Kurdistanê û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê pêdagire bi rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê da, herwesa dilrehetî da ku ew tu carî rê nadin tu metirsiyeke ewlehiyê ji Herêma Kurdistanê ji bo Komara Îslamî ya Îranê çêbibe.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Îranê li Iraqê tekezî li ser girîngiya peywendiyên welatê xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û spasiya Serokê Herêma Kurdistanê jî kir ji bo alîkariyên wî û hêsankirina veguhestina ziyaretkarên Îranê di merasima bîranîna Aşûrayê û çileya Îmam Husên da.

Her di vê hevdîtinê da rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş gotûbêj kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.