Serokwezîr li gel balyozê Îranê yê li Îraqê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Îranê yê li Îraqê kir û pişt re Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Îranêy ê li Îraqê birêz Mihemed Kazim Alsadiq û şandeke pê re kir.
Di civînê de balyozê komara îslamiya Îranê spas û rêzdariya welatê xwe bo hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo hevkarî kirin û asankarî kirin bo bawermendên Îranî yên ku, ji deriyên sînorî yên herêma Kurdistanê hatine Îraqê û beşdarî di çileya Îmam Husên ya li Kerbelayê de kirine, diyar kir.
Balyozê komara îslamiya Îranê stayîşa pêşkeftin û awedaniya heyî ya li herêma Kurdistanê bi taybetî ya li Hewlêrê kir.
Çareser kirina kêşeyên herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê û rêkeftinan mijareke din ya civînê bû û di vê derbarê de me ev yek diyar kir ku, herêma Kurdistanê tevahiya pêbendiyên xwe yên di çarçoveya proje qanûna bûdce û destûrê de cîhbicîh kiriye û lazime hikûmeta federalî jî şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê bişîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin