Dibêje li Silêmanî amaraberketiyan zêde bûye.
Wezîrê tendirostî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Saman Berzencî derbarê hebûna nexweşiya Kolêrayê de huşdarî dide û dibêje li Silêmanî gelek kes bi vê nexweşiya han ketine.
Saman Berzencî diyar kiriye ku, li Silêmanî hijmareke zêde welatî bi vê nexweşiya han ketine, li Gerimiyan û Hewlêrê jî çend kes bi vê nexweşiya han ketine lê heta niha li Dihukê ti kes bi vê nexweşiya han neketiye.
Saman Berzancî herwiha huşdarî dide û dibêje lazime welatî pêbendî rêkarên tendirostî bin û hikûmet jî her cure amadekariyek bo rûbirû bûna vê nexweşiya han û hevkarî kirina welatiyan kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin