HRW: Hêzên ewlekarî gole li ser xwepîşanderan reşandine

dibêje lazime rêkarên qanûnî li hember tawanbaran werin stendin.
کوردستان TV
100%

Derbarê rewşa Kerkûkê de raportek belav kiriye.

Navenda çavdêriya mafên mirovan (HRW) raportek derbarê xwepîşandanên li Kerkûkê de belav kiriye û têde diyar kiriye ku, hêzên ewlekarî yên Îraqê di dema xwepîşandanan de êrîşî ser xwepîşanderên medenî kiriye.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku, hêzên ewlekarî yên Îraqê gole li ser xwepîşanderên medenî reşandine û di encam de gelek welatî canê xwe ji dest dane û bi dehan welatiyên din jî birîndar bûne.

Di raportê de daxwaz ji hikûmeta federalî jî hatiye kirin daku, li hember tawanbaran rêkarên pêwîst yên qanûnî bistîne û tawanbaran ceza bike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.