Herî kêm 17 welatiyên medenî canê xwe ji dest dane.
Li gor çapemeniya cîhanî îro Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenski diyar kiriye ku, Rûsye bi mûşekan êrîşî ser cîheke nîştecîhbûnê ya medenî li navçeya Kostiantynivka ser bi herêma Donetskê ve kiriye.
Zelenskî diyar kiriye ku, di encama êrîşa han de herî kêm 17 welatiyên medenî canê xwe ji dest dane, gelek welatiyên din jî birîndar bûne û zirarên gelek mezin yên madî jî ber şêniyên deverê ketine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin