Tirkiye gef li Ewrûpa û HSD dike

HSD jî dibêje me tevahiya gundên di destê çekdaran de rizgar kirine.
کوردستان TV
100%

Dibêje ev tenê destpêke vê rewş gelek aloztir bibe.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di civîna xwe ya duhê ya li gel şandeke Yekîtiya Ewrûpayê de gef li Yekîtiya Ewrûpa û HSD kir.

Hakan Fîdan di civînê de ji rayedarên Yekîtiya Ewrûpayê daxwaz kiribû ku, dev ji têkiliyên xwe yên li gel HSD berdin û HSD weke hêzeke reva nebînin.

Fîdan gotibû ku, bûyerên li Dêra Zorê diqewmin hîn destpêke û eger Ewrûpa li ser siyasetên xwe yên li hember HSD berdewam be vê demê rewş geleke aloztir dibe.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, Tirkiye raste rast hevkarî û piştîvaniya çekdarên ereb li dijî HSD dike û çapemeniya Tirkiyeyê jî qala vê yekê dikin ku, çekdarên ereb serkeftinên mezin bi dest anîne, lê çapemeniya cîhanî û çapemeniya HSD bi belgeyan belav dikin ku, çekdarên ereb yên ku, Tirkiye piştîvaniya wan dike, li hember HSD nikarîne ber xwe bidin, hinek berpirsên wan reviyane, gelek çekdar hatine kuştin û gelek çekdar jî xwe teslîm kirine û gundên ku, di destê wan de bûn yek bi yek hatine rizgarkirin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.