Duhê bi rêya deriya Welîd ev hêza han derbas bûye.
Li gor jêderên çapemeniyê hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê ya bi pêşengiya Amerîkayê berdewame li ser şandina hêz û cebelxaneyan bo Rojavayê Kurdistanê.
Di vê çarçoveyê de duhê Amerîka û hevpeymaniya cîhanî karwaneke din ya gelek mezin ya leşkerî bi rêya deriya Welîd re şandiye Rojavayê û gehêştiye navenda leşkerî ya hevpeymanan ya li Hesekê.
Hate zanîn ev duyemîn karwana mezin ya hêzên leşkerî ya Amerîka û hevpeymaniya cîhaniye ku, di nava 7 rojên destpêka meha Îlonê de bo Rojavayê tê şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin