Gila Gamlil: Di demeke nêz de Îran tê guhertin

rayedarên Spaha Pasdaran jî di vê derbarê de huşdarî dane.
کوردستان TV
100%

Dibêje xelkê Îranê vê rejîmê hilweşîne.

Wezîra îstîxbaratê ya Îsraîlê Gila Gamlil di konferanseke çapemenî de bersifa pirsên çend Rojnamegeran li dor rewşa Îranê daye.

Wezîra îstîxbaratê ya Îsraîlê Gila Gamlil diyar kiriye ku, ev pir bawerin ku, di demeke gelek nêz de li Îranê vê guhertinên gelek mezin û bilez çê bibin ev guhertin ewqas zû û bilez çê dibin ku, me texmîna vê nedikir.

Gamlil diyar kiriye ku, rewşa navxweyî ya Îranê bo vê yekê amadeye û xelkê Îranê vê rejîmê biguhere.

Ji aliyeke din ve duhê jî Fermandarê Spaha Pasdaran Hesen Hesenzade diyar kiribû ku, eger vê carê xelk li Îranê dakeve qadan vê rejîm were hilweşandin.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.