Pêşrewiya HSD dijî çekdaran berdewame.
Şer û pevçûnên navbera hêzên Sûriyeya demokratîk û çekdarên ereb yên ebû Hewla yaku, bi handana hin welatên derdor dijî HSDê serî hildabûn, berdewamin.
Di vê çarçoveyê de HSD diyar kir ku, duhê bişev hêzên HSD karîne bajarokê Zebanê yaku, weke navenda wan çekdaran dihat nasîn kontrol bike.
HSD diyar kiriye ku, di pevçûnên duhê bişev de herî kêm 18 çekdar hatine kuştin.
Hate zanîn ku, hijmara wan kesên ku, di destpêka pevçûnan de heta îro hatine kuştin bûye 71 kes.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin