Heta niha zêdetir ji 14 miliyon bawermend çûne Kerbelayê.
Waliyê Kerbelayê Nesîf Xetabî ji çapemeniya welatê xwe re ragihandiye ku, erbeîna îsal bicoştirîn erbeîna dîrokê ye û hijmara bawermendên ku, îsal beşdarin heta niha nehatiye tomarkirin.
Nesîf Xetabî eşkere kiriye ku, heta dawiya roja şemiya derbasbûyî zêdetir ji 14 miliyon bawermend ji Îraq û derveya Îraqê xwe gehandine Kerbelayê û beşdarî di merasîmên erbeînê de dikin.
Nav hatî eşkere kiriye ku, heta niha bi giştî 3 miliyon û 455 hezar bawermendên biyanî jî bo beşdarî kirin di erbeînê de hatine Îraqê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin