Serokê herêmê û Serokwezîrê Îraqê behsa rewşa Kerkûkê kirin

tekez li ser parastina aramî û ewlekariya Kerkûkê kirin.
کوردستان TV
100%

Duhê bişev li Kerkûkê alozî derketibûn.

Piştî alozî û pevçûnên duhê bişev yên li Kerkûkê, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî bi rêya telefûnê peyvîn û behsa rewşa Kerkûkê kirin.

Di heman peywendiya han ya telefûnî de her du alî tekez li ser rêkarên bilez yên bo pêşî girtina aloztir bûna rewşa heyî û pêşî girtin ji hewldanên têkder û parastina aştî û aramiya Kerkûkê kirin.

Her du alî diyar kirin ku, lazime aliyên ewlekarî yên li Kerkûkê bêyî cudatî ewlekariya tevahiya pêkhateyên nava bajarê biparêzin û rê nedin ku, rewşa bajêr aloztir bibe û lazime lêkolîn li ser kesên ku, gule reşandine û xelk kuştine were kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.