Du tirimbîlên wan hatine jinavbirin.
Li gor zaniyariyên berdest li Dêra Zorê ya li Rojhilatê Sûriyeyê yaku, bi handana Îran û Tirkiyeyê çekdarên ereb êrîşî ser hêzên Sûriyeya demokrat kirine, Amerîka êrîşî ser çekdarên Îranî kiriye.
Hate zanîn ku, ev êrîş îro danê sibê pêk hatiye û di encama êrîşa han de herî kêm du tirimbîlên leşkerî yên çekdarên Îranî ji aliyê balefirên Amerîkî ve hatine jinavbirin.
Ji aliyeke din ve şer û pevçûnên navbera HSD û çekdarên ereb li deverê de berdewame.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin