Bo merasîmên Erbeyînê serdana Îraqê kirine.
Wezareta navxwe ya Îraqê ragihandiye ku, di çarçoveya amadekariyên taybet bo merasîmên Erbeyînê de heta niha zêdetir ji 2 miliyon bawermendên biyanî bi rêya sînoran hatine Îraqê.
Di daxuyaniya wezareta navxwe ya Îraqê de hatiye eşkere kirin ku, beşê herî zêde ya bawermendan Îranî ne û hikûmet û aliyên têkildar yên Îraqê jî bo pêşwazî kirina wan bawermendan her cure amadekarî û kar asaniyek kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin