Îran 9 welatiyên Kurd binçav dike

heta niha çarenivîsa wan nediyare.
کوردستان TV
100%

Duhê li bajarê Tîkabê hatine binçav kirin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku, duhê duşem hêzên îtlaata Îranê êrîşî ser welatiyên xwepêşander yên li gundê Axerê ya ser bi bajarê Tîkabê ya li Rojhilatê Kurdistanê kirine.

Hengawê eşkere kiriye ku, hêzên îtlaata Îranê êrîşî ser malên şêniyên gundê kirine û bi giştî 9 welatî binçav kirine û bo cîheke nediyar veguhastine û heta niha çarenivîsa wan welatiyan nediyare û rixmî hewldanên kesûkarên wan heta niha ti zaniyarî derbarê çarenivîsa wan de nehatiye bidestxistin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.