Dibêje rewşeke metirsîdar li asmanê Sûriyeyê çê bûye.
Fermandariya hêzên Rûsî yên li navenda leşkerî ya li Himîmê ya li Sûriyeyê derbarê liv û tevgerên balefirên cengî yên Amerîka û hevpeymaniya cîhanî li Sûriyeyê de daxuyaniyek belav kiriye.
Di daxuyaniya han de hatiye diyar kirin ku, balefirên cengî yên Amerîkî rewşeke gelek metirsîdar li asmanê Sûriyeyê çê kirine û liv û tevgerên wan balefiran jî bêyî agehdarî û hemahengiya Rûsyeyê tên kirin ku, ev jî hîn metirsîdartire.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, duhê du balefirên F35 bi awayeke metirsîdar nêzî balefireke cengî ya Rûsî bûne lê Pîlotê Rûs bo pêşî girtin ji aloziyan kariye xwe ji vê rewşa han ya metirsîdar derbas bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin