Dema pîwerdariya lîwayên hevbeş hat diyar kirin

li bendêne rêkarên cîhbicîh kirina bûdceyê bikevin meriyetê.
کوردستان TV
100%

Li deverên Kurdistanî derveya îdareya Kurdistanê dest bikar dibin.

Endamên komîteya ewlekarî û berevanî ya parlementoya Îraqê Merîwan Qerenî ragihand ku, boşatiyeke ewlekarî û leşkerî ya gelek zêde li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêma Kurdistanê de heye û biryar hatibû dayîn daku, bo çareser kirina kirina vê kêşeya han û dagirtina boşatiya han du lîwayên pêşmerge li gel artêşa Îraqê bihev re li wan deveran werin bicîhkirin.

Qerenî eşkere kiriye ku, wezîrê berevanî yê Îraqê diyar kiriye ku, jiber ku rêkar û şîretên nû yên cîhbicîh kirina mûçeyê neketine meriyetê heta niha ev lîwayên hevbeş dest bikar nekirine dema ku, rêkarên cîhbicîh kirina projeya bûdceyê ketin meriyetê vê ev lîwayên hevbeş li wan deveran destbikar dibin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.