34 welat di tetbîqata han de beşdarin.
Li gor çapemeniya Misirî biryar di dawiya meha Tebaxê de li Misirê mezintirîn tetbîqata leşkerî ya Rojhilata Navîn were organîzekirin.
Çapemeniya Misirê li ser zarê rayedarên wezareta berevanî ya vê welatî belav kirine ku, di tetbîqata han ya leşkerî de 34 welat beşdarin û bi giştî 8 hezar çekdarên wan welatan jî beşdarî di tetbîqatê de dikin.
Tetbîqat di 31ê Tebaxê de destpê dike û heta 14ê Îlonê berdewam dibe.
Weke tê zanîn ev duyemîn tetbîqata mezin ya leşkeriye ku, li Misirê tê lidarxistin û yekem tetbîqat jî di sala 1980an de piştî rêkeftina aştî di navbera Misir û Îsraîlê de hatibû organîzekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin