Li Hewramanê 7 kes bûne qurbanî

welatiyên birîndar bo nexweşxaneya Xormalê hatine veguhastin.
کوردستان TV
100%

Bûyereke hatûçûyê çê bûye û kesek jî canê xwe ji dest daye.

Birêveberatiya hatûçûya Helebceyê ragihand ku, çend kêliyek beriya niha tirimbîlek ku, ji Hewramanê ber bi Xormalê ve hatiye li nêzî nexweşxaneya Biyarê qolpiye û di encam de avjovanê tirimbîlê canê xwe ji dest daye û 6 kesên din jî birîndar bûne.

Hate zanîn ku, kesên birîndar jî bo çareseriyên seretayî bo nexweşxaneya Xormalê hatine veguhastin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.