Almanya stayîşa çanda bihevre jiyana aştiyane dike

Kurdistan berdewam dibe li ser parastina çanda bihevre jiyanê.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel şandeke Almanî civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Almanî kir û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê Serokwezîr wisa nivîsandiye;

Îro me pêşwaziya şandeke Almanî bi Serokatiya Parlementera vê welatî birêz Lemia Qadoor kir.

Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Almanyayê li herêma Kurdistanê birêz Klaus Straicher jî têde beşdar bû, stayîşa rewşa bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda û azadiya olî li herêma Kurdistanê de hate kirin û tekez li ser girîngiya pêşde birina çanda miyanerewî û rûbirû bûna hizra radîkal hate kirin.

Herwiha me nêrînên xwe yên derbarê rewşa aware û penaberan li herêma Kurdistanê û rûbirû bûna metirsiyên terorîstên DIŞIê anîn ziman.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.