Serokwezîr li gel du wezîrên Tirkiyeyê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve û wezîrê enerjiyê yê Tirkiyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya birêzan wezîrê derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û wezîrê enerjî û samanên xwezayî birêz Alperselan Albayraq kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên li Îraq, deverê û pêşde birina têkiliyên du alî kir.
Me tekez li ser girîngiya bihêztir kirina têkiliyên li gel Tirkiyeyê di warê bazirganî û asankarî kirin bo hatûçûya torîstan ji aliyê her du aliyan ve kir.
Mijareke din ya civîna me taybet bû bi pêwîstî û girîngiya destpê kirina henarde kirina petrola herêma Kurdistanê bi rêya bendera Cîhanê ya Tirkiyeyê û nehêştina tevahiya astengî û kêşeyên taybet bi vê mijarê jiber ku, rawestana henarde kirina petrolê zirarê dide tevahiya aliyan.
Herwiha di beşeke din ya giftûgoyan de me behsa projeya naskirî bi rêya geşe pêdanê û girêdana welatên Kendavê û Îraqê bi Tirkiyeyê û cîhanê bi rêya xeta şemendeferê kir û di vê derbarê de me ev yek diyar kir ku, lazime cîhbicîh kirina vê projeya han bi erê kirin û hemahengî kirin be li gel herêma Kurdistanê û bi awayek be ku, di berejwendiya tevahiya welatan û pêkhateyên cuda yên Îraqê de be.
Wezîrê derve yê Tirkiyeyê kêfxweşiya xwe bi serdana herêma Kurdistanê diyar kir û amadebûna welatê xwe jî bo bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di tevahiya waran de diyar kir.
Pişt re li gel wezîrê derve yê Tirkiyeyê daxuyaniyeke hevbeş bo dezgehên çapemeniyê da û tekez li ser berfiretir kirina têkiliyên du alî di warê abûrî, bazirganî û hemahengiya bo ewlekarî û asayîşa Îraq, herêma Kurdistan û deverê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin