Amerîka têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike

Amerîka hemahengî û hevkariya li gel Kurdistanê berfiretir dike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel Konsulusê nû yê Amerîkayê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê nû y ê Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Konsulusê nû yê Amerîkayê li herêma Kurdistanê birêz Mark Straw kir.

Di civînê de me jiber destbikar bûna wî weke Konsulusê welatê xwe pîrozbayî li wî kir û behsa xwesteka herêma Kurdistanê ya bo zêdetir pêşde birina têkiliyên li gel Amerîkayê kir.

Me di berdewamiya civînê de behsa têkiliyên dîrokî û dostane y ên di navbera herêmê û Amerîkayê de kir û rêzdariya herêma Kurdistanê bo hevkarî û piştîvaniyên berdewam yên Amerîkayê diyar kir.

Konsulusê giştî yê nû yê Amerîkayê jî amadebûna welatê xwe bo pêşde birina têkilî û  hemahengiya du alî diyar kir.

Girîngiya parastina mafên destûrî yên herêma Kurdistanê, çareser kirina kêşeyên li gel hikûmeta federalî li ser esasê destûr û rêkeftinan mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.