Serokê herêma Kurdistanê li gel şandeke Brîtanî civiya

Brîtanya û Kurdistan rêkeftinek îmze dikin.
کوردستان TV
100%

Behsa çend mijarên rojevê hate kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Brîtanî bi Serokatiya wezîrê dewlet bo karûbarê ewlekarî Tom Tugendhat kir.

Di civînê de ku, balyozê Brîtanyayê yê li Îraq û Konsulusê vê welatî yê li herêma Kurdistanê jî têde beşdar bûn, behsa pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê, rûbirû bûna metirsiyên DIŞIê, hilbijartin û rewşa navxweyiya Kurdistanê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, koçe derqanûnî bo Brîtanya û rûbirûbûna madeyên hişber hate kirin.

Di berdewamiya civînê de her du alî tekez li ser girîngiya hevkarî û hevbeşiya Brîtanyayê li gel Îraq û herêma Kurdistanê ya bo kêm kirina koça derqanûnî û tawanên organîzekirî kirin û hemfikir bûn li ser vê yekê ku, bo pêşî girtin ji belav bûna madeyên hişber li deverê de pêdivî bi hevkarî û hemahengiya herêmî heye û bo vê yekê jî lazime pêngavên pêwîst werin avêtin û hate gotin ku, Kurdistan û Brîtanya rêkeftinek derbarê vê mijarê de îmze dikin.

Derbarê rewşa navxweyî ya Kurdistanê de jî her du alî li ser girîngî û pêwîstiya bihêztir kirina yekhelwestiya navxweyî û lidar xistina hilbijartinan hemfikir bûn û Serokê herêma Kurdistanê diyar kir ku, em pêbendin li ser lidar xistina hilbijartinanin jiber ku, meşrûiyeta herêmê di hilbijartinan deye.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.