Amerîka û Îsraîl derbarê Îranê de civiyan

Îsraîl û Amerîka hevbeşiya xwe dijî Îranê bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Civîn di navbera Serokerkanên her du welatan de hatiye lidarxistin.

Li gor çapemeniya Îsraîlî duhê Serokerkanê giştî yê artêşa Amerîkayê Mark Millie serdana Tel Avîvê kiriye û li gel Serokerkanê giştî yê artêşa Îsraîlê Hertz Halliwy civiyaye.

Di civîna han de her du aliyan bi awayeke berfire giftûgo li ser gefên Îranê û hewldanên Îranê yên bo têk birina ewlekariya deverê kirine û tekez li ser bihêztir kirina hevkarî û hevbeşiya xwe ya bo rûbirû bûna Îranê kirine.

Her di heman civînê de her du alî nîqaş li ser çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş bo her du welatan kirine.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.