Siûdiye dixwaze belefirên şer ji Franseyê bikire.
Li gor nûçeyeke malpera Business Insider di wan demên dawî de rayedarên Siûdiyeyê bo kirîna balefirên cengî û cebelxaneyên din, dest bi diyalogeke girîng li gel Franseyê kirine.
Di raporta Business Insiderê de hatiye eşkere kirin ku, ev hewldanên Siûdî vê yekê nîşan didin ku, Siûdiye ji cebelxane û teknolojiya cengî yaku, ji Amerîkayê wer girtiye ne raziye lewre berê xwe daye Franseyê.
Di beşeke din ya vê raporta han de qala vê yekê hatiye kirin ku, vê di pêşerojeke gelek nêz de Amerîka û hevpeymanên wî yên Rojavayî biryar li ser vê yekê didin ku, çek û cebelxaneyan nedin Siûdiyeyê.
Weke tê zanîn sala derbasbûyî çapemeniya Franseyê jî qala vê yekê kiribû ku, Siûdiye dixwaze 100 heta 200 balefirên cengî ji Franseyê bikire.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin