Îran ji helwestên Rûsyeyê dilgirane.
Li gor çapemeniya Îranî piştî nerazî bûna Îranê ji helwest û siyasetên Rûsyeyê yên li hember îdîayên Îmaratê yên derbarê her sê giravên li Başûrê Îranê, Rûsye ji li hember Îranê helwest wergirtiye û pişt li Îranê kiriye.
Li gor nûçeya medyaya Îranî, Rûsye piştîvaniya Îmaratê û îdîayên vê welatî yên derbarê her sê giravên li Başûrê Îranê kiriye û Îran jî dijî vê yekê rawestiyaye lewre Rûsye bo cara duyem pişt li Îranê kiriye û rêkeftina firotina balefirên cengî yên Sukhoi 35 bi Îranê hilweşandiye.
Ji aliyeke din ve hefteya derbasbûyî Rûsye firotina benzînê bi Îranê qedexe kiribû û daxwaz ji welatên hevpeymanên xwe jî kiribû ku, nabe benzînê bifiroşin Îranê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin