Di nava 7 mehan de li Îraqê hatine girtin.
Li gor daxuyaniyeke wezareta navxwe ya Îraqê operasiyonên hêzên ewlekarî yên Îraqê yên li dijî madeyên hişber û bazirganên madeyên hişber didomin.
Di daxuyaniya wezareta navxwe ya Îraqê de hatiye diyarkirin ku, ji destpêka sala 2023an ve heta dawiya Tîrmeha heman salê li seraserê Îraqê bi giştî 12 hezar Bazirgan û firoşerên madeyên hişber ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îraqê ve li bajarên curbicur yên Îraqê hatine girtin.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, hikûmet û aliyên têkildar rêkarên nû bo rûbirû bûna madeyên hişber û bazirganên madeyên hişber stendine û hewl bo nehêştina madeyên hişber li Îraqê didin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin