Sûriye: Hîn jî dema civînê nehatiye diyar kirin

li ser vekêşîna hêzên Tirkî ji Sûriyeyê nakokî di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de hene.
کوردستان TV
100%

Beriya niha çend caran wezîrên berevanî yên sê welatan civiya bûn.

Duhê sêşem wezîrê berevanî yê Sûriyeyê Elî Mehmûd Ebas ragihand ku, heta niha dema civîna sê alî ya di navbera wezîrên derve yên Sûriye, Tirkiye û Rûsyeyê nehatiye diyarkirin.

Beriya niha dihat gotin ku, vê di dawiya meha Tebaxê de careke din wezîrên berevanî yên wan her sê welatan bicivin.

Di meha Hezîran de li Rûsyeyê civîneke hevbeş di navbera wezîrên berevanî yên wan sê welatan hatibû lidarxistin û wezîrê berevanî yê Sûriyeyê jî diyar kiriye ku, di civînê de nîqaş li ser vekêşana hêzên Tirkî ji Sûriyeyê hatiye kirin.

Ji aliyeke din ve beriya çend rojan Serokkomarê Tirkiyeyê gotibû ku, ne mimkune Tirkiye ji Sûriyeyê vekêşe û Serokê Sûriyeyê jî diyar kiribû ku, heta Tirkiye nevekêşe civîna navbera Esed û Erdogan nayê lidarxistin û têkilî jî nayên normalkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.