Reformên nava wezareta pêşmerge berdewame.
Li gor daxuyaniyeke fermangeha çapemenî û zaniyarî ya hikûmeta herêma Kurdistanê, li gel destpê kirina prosesa reformên nava hêzên pêşmerge de heta niha 28 lîwayên hevbeş hatine damezrandin ku, di bin Fermana wezareta pêşmerge dene.
Di daxuyaniya han de qala vê yekê jî hatiye kirin ku, di rojên derbasbûyî de li ser fermana Serokwezîr 3 lîwayên din bo hêzên yekeya 70an hatine çêkirin.
Di beşeke dinya vê raporta han de behsa vê yekê hatiye kirin ku, ev reformên han bi hevkarî û hemahengî li gel hêzên hevpeymanan hatine kirin û prosesa han jî bi hevkarî û hemahengiya hevpeymanan berdewam dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin