Li Qahêre civîneke taybet bi Sûriyeyê tê lidar xistin

wezîrê derve yê Sûriyeyê jî di civînê de beşdare.
کوردستان TV
100%

Wezîrên derve yên endamên Komkara Erebî di civînê de amadene.

Biryare îro sêşem li Qahêreya paytexta Misirê bi beşdariya wezîrên derve yên welatên endam di komkara Erebî de, civîneke taybet li ser Sûriyeyê were lidarxistin.

Di civînê de vê giftûgo li ser dosyeya Sûriyeyê û vegerandina Sûriyeyê bo nava komkara Erebî were kirin.

Di civînê de wezîrê derve yê Sûriyeyê jî amade dibe û derbarê rewş û pêşhatên nû yên li Sûriyeyê de zaniyarî dide beşdarvanên civînê.

Weke tê zanîn beriya du mehan komkara Erebî bi pêşengiya Siûdiyeyê biryar dabû ku, vegera Sûriyeyê bo nava komkara Erebî qebûl bike.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.