DIŞI berpirsiyartiya êrîşa li Îranê girte ser xwe

dibêje yek ji Êrîşkaran hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Duhê bişev êrîşî ser cîheke olî li Îranê hatibû kirin.

Li gor çapemeniya Îranê duhê bişev çekdarek êrîşî ser mezargeha Şahçirax ya li Şîrazê ya li Başûrê Îranê kiriye.

Di encama êrîşa han de li gor amarên çapemeniya Îranê kesek hatiye kuştin û herî kêm 8 kesên din jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve her duhê bişev DIŞI berpirsiyartiya êrîşa han girte ser xwe û ragihand ku, êrîş karê endamên wan bûye.

Herwiha çapemeniya Îranê li ser zarê rayedarên Îranî behsa girtina yek ji êrîşkaran û reviyana kesekî din ku, tê payîn ev jî di êrîşê de beşdar bûye, dike.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.