DIŞI li Dêra Zorê êrîşî ser wan kiribû.
Li gor çapemeniya Sûrî hijmara wan leşkerên Sûrî yên ku, di encama êrîşa terorîstên DIŞIê ya bo ser karwaneke leşkerî ya rejîmê ya li Dêra Zorê hatine kuştin zêde bûne.
Çapemeniya Sûrî piştî êrîşê behsa 23 kuştî û 10 leşkerên birîndar kiribû lê îro diyar kiriye ku, hijmara leşkerên kuştî bûye 38 û hîn jî gelek leşkerên din yên birîndar yên ku, birîna wan girane hene.
Ji aliyeke din ve DIŞIê jî ev êrîş li xwe girtiye û gotiye ev mezintirîn êrîşa wan ya sala 2023an bo ser rejîma Sûriyeyê bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin