Nêzî 300 awareyên din vegeriyan cîhên xwe

heta niha hikûmeta federalî rêkeftina Şingalê cîhbicîh nekiriye.
کوردستان TV
100%

Ji kempên Dihukê vegeriyane Şingalê.

Wezareta koç û koçberan ya Îraqê îro şemî daxuyaniyek belav kir û têde qala vegera dilxwaz ya nêzî 300 awareyên Şingalê kiriye.

Di daxuyaniya wezareta koç û koçberan ya Îraqê de hatiye eşkere kirin ku, di wan rojên derbasbûyî de 293 welatiyên aware yên Şingalê ji kempên di nava parêzgeha Dihukê de bi awayeke dilxwaz vegeriyane Şingalê.

Ev vegera han di demekê deye ku, hîn jî hikûmeta federalî rêkeftina normal kirina rewşa Şingalê yaku, di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî de hatiye îmzekirin, nexistiye meriyetê û xwe ji cîhbicîh kirina vê rêkeftina han vedişêre.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.