Serokwezîr jî spasiya Konsulusê Amerîkayê kir.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Amerîkayê kir û piştî bi dawî hatina civînê Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li herêma Kurdistanê birêz Erven Hicks kir ku, jiber bi dawî hatina pîwerdariya xwe bo xatir xwestinê serdana me kiribû.
Rixmî behs kirina girîngiya têkiliyên dostane, dîrokî û taybetî di navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê de, me spasiya Konsulusê giştî yê Amerîkayê kir bo kar kirin û hewlên wî yên bo pêşde birina têkiliyên du alî û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Konsulusê giştî yê Amerîkayê jî spas û rêzdariya xwe bo aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir ku, di dema pîwerdariya wî de piştîvaniya wî kirin û xwedan hemahengiyeke baş û bihêzin li gel Konsulusxaneya Amerîkayê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin