Qerebalixiya Îbrahîm Xelîl tê çareser kirin

liv û tevgerên bazirganiyê li vê deriyê lezgîntir dibin.
کوردستان TV
100%

Berpirsên Kurdistan û Tirkiyeyê civiyan.

Îro li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ya di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de, civîneke hevbeş di navbera berpirsên her du aliyan hate lidarxistin.

Di civînê de her du alî behsa qerebalixiya nava deriyê û astengiyên heyî kirin û her du alî li ser çareser kirina astengiyan û nehêştina qerebalixiyê lihev kirin û di demeke nêz de ev kêşeya han tê çareserkirin.

Herwiha her du alî li ser nehêştina rûtîniyatên heyî li deriyê û zêdetir kirina liv û tevgerên bazirganî lihev kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.