Esed: Terora heyî berhemê Tirkiye û Erdogane

dibêje lazime Tirkiye û çekdarên Tirkî ji Sûriyeyê derkevin.
کوردستان TV
100%

Dibêje ez li gel Erdogan nacivim.

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed duhê di daxuyaniyeke xwe de ya bo SKY news behsa hewldanên Tirkiyeyên yên bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê kiriye.

Beşar Esed di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku, teror û aloziyên heyî yên li Sûriyeyê berhemên Tirkiye û Erdoganin û heta Tirkiye di nava axa Sûriyeyê de hebe vê em li gel Erdogan necivin û têkiliyên xwe jî normal nakin.

Beşar Esed diyar kiriye ku, Erdogan dixwaze bi civîna li gel min, dagîr kirina axa Sûriyeyê normalize bike lê me çend caran gotiye û dîsa dubare dikin ku, heta Tirkiye bi temamî ji axa me nevekêşe û dawî bi piştîvanî û hevkariyên xwe bo terorîstan neîne em têkiliyên xwe li gel Tirkiyeyê normal nakin.

weke tê zanîn beriya niha Erdogan jî gotibû ku, derketina wan ji Tirkiyeyê ne mimkune û operasiyonên wan yên li Sûriyeyê jî berdewam dibin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.