Mesrûr Barzanî: Lazime wezareta pêşmerge ji destwerdanên aliyan bidûr be

behsa çareser kirina kêşeyên navbera herêmê û hikûmeta federalî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel Organîzatorê balyozxaneya Amerîkayê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Organîzatorê karûbarên balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Organîzatorê karûbarên balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê birêz David Berger kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûr û rêkeftinan kir.

Me her du aliyan tekez li ser girîngiya hevhelwestiya aliyên Kurdistanî bo berevanî kirin ji mafên destûrî yên herêma Kurdistanê kir.

Mijareke din ya civînê taybet bû bi danûstandinên amade kirina proje qanûna petrol û gazê ya federalî ku, lazime amade kirina vê qanûna han li ser bingehê rêz girtin ji destûr û sîstema federalî ya Îraqê be.

Di beşeke din ya civînê de me giftûgo derbarê girîngiya berdewamiya reformên nava wezareta pêşmerge li gor karnameya kabîneya 9an û dûr xistina her cure destwerdaneke hizbî di nava karûbarên wezaretê de kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.