40 welat di komcivîna han de beşdar bûne.
Berpirsê nivîsîngeha Serokê Ukraynayê Andrei Yermak derbarê komcivîna Cide ya taybet bi şerê navbera Rûsye û Ukraynayê de ragihand ku, Rûsye gelek hewl da daku, ev civîna han neyê kirin lê rixmî hewldanên Rûsyeyê civîna han bi beşdariya zêdetir ji 40 welatan bi taybetî, Amerîka, Çîn û Siûdiyeyê hate lidarxistin.
Andrei Yermak diyar kiriye ku, ev civîna han derbeke dijwar bû bo Rûsyeyê jiber ku, welatên beşdar di civînê de piştîvaniya xwe bo serxwebûna Ukraynayê û yekparçe bûna axa Ukraynayê diyar kirine.
weke tê zanîn komcivîna Cideyê di 5ê Tebaxê li ser destpêşxeriya Şahê Siûdiyeyê bo rawestandina şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê li bajarê Cideyê hatibû lidarxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin